Termên 100 kesî li Qeryetên hatin dîtin

Piştî vekişîna çekdarên DAIŞê ji bajarokê Qeryetên li başûrê rojhilatê Humsê, termên 100 serjêkirî hatin dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî vekişîna çekdarên DAIŞê ji bajarokê Qeryetên li başûrê rojhilatê Humsê, termên 100 serjêkirî hatin dîtin.

Li gor jêderên navxweyî ji medyayên Erebî re ragihandine, li bajarokê Qeryetên bêhtir ji termên 100 kesî hatine dîtîn û çarenivîsa 65 kesên din jî ne diyar in.

Bajarokê Qeryetên li başûrê rojhilatê Humsê ye, di meha Nîsana 2016an de hêzên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê kontrol kiribûn. Destpêka vê mehê de careke DAIŞê karîn derbasî wî bajarokî bibin, berî du rojan jî çekdarên DAIŞê bê şer ji Qeryetên vekişiyan.