Stenbol: Şerê li Bakurê Kurdistanê hat şermezar kirin

Serokê Platforma Komeleyên Rojihilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakîm Daş got: "Eger ev şer û pevçûn bi dawî nebe, li bajarên mezin dê rexistinên çekdar yên nû derkevin holê."

K24 – Stenbol

Platforma Komeleyên  Rojihilat û Başûrê Rojhilat, li Stenbolê ji bo rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê çalakiyek kir. Serokê Platformê Abdulhakîm Daş got: "Eger ev şer û pevçûn bi dawî nebe, li bajarên mezin dê rexistinên çekdar yên nû derkevin holê."

Platforma Komeleyên Rojihilat û başûrê Rojhilat, li Stenbolê  ji bo ku şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê şermezar bikin civiya. Koma ku ji nêzîka sed kesî pêk dihat xwest şer û pevçûn li cihên ku sivîl lê dijîn bên dûrxistin.

Derbarê rewşa Bakurê Kurdistanê de jineke beşdar got: "Ev hezar salan e, Kurd tên kuştin, tên perçikandin. Lê dîsa jî Kurd bi ser ketine û gav paş ve navêtine. Serkeftin ya Kurdan e û vê carê jî ya me ye. Inşallah em ê bi ser kevin."

Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başurê Rojhilat Abdulhakim Daş ji K24ê re got ku eger Kurdistan bê dagirkirin, millet wê berê xwe bide bajarên mezin û ev yek jî dê bibe sedema pirsgirêkan: "Du meh din, 3 meh din yan jî saleke din ev şer dewam bike, çawa ku pirsa Kurdistanê PKK derxist holê; û PKK jî bi awayekî çekdarî têkoşîna xwe domand, Tirkiye nikare pêşiya wê bigre û dê li bajarên mezin jî heman pirs berdewam bike."

Ji havînê û vir de li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera PKK û hikumeta Tirk de berdewam in. Li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê derketina derve hatiye qedexekirin. Ji dest pê ka pevçunan û heta nêzîka 550 kesan canê xwe ji dest dane û ji wan 300 kes welatiyên sivîl bûn.