Kurdên Başûr bo çareseriya pizîşkî Tirkiyê hildibijêrin

Sal bi sal têkiliyên navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê zêdetir dibin. Li gor daneyên dawîn salê zêdeyî 30 hezar nexweş ji bo dermankirinê ji Başûrê Kurdistanê tên Tirkiyê.

K24 - Stenbol

Sal bi sal têkiliyên navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê zêdetir dibin. Li gor daneyên dawîn salê zêdeyî 30 hezar nexweş ji bo dermankirinê ji Başûrê Kurdistanê tên Tirkiyê.

Li Tirkiyê veberhênana tendirûstiyê her ku diçe zêdetir dibe.  Ew jî bala welatiyên biyanî dikişîne û her sal bi hezaran kes ji bo çareseriya pizîşkî tên Tirkiye. Yekîtiya  Şaxên Geştyarî ya Tirkiyê derbarê turizma tendirûstiyê de raportek amade kir. Li gor raportê, par zêdeyî 500 hezar kes ji bo çareseriyê hatine Tirkiyê. Piraniya nexweşan ji welatên wek Elmanya, Lîbya û Iraqê hatine. Bi taybetî ji Başûrê Kurdistanê her sal zêdeyî 30 hezar nexweş tên Tirkiyê.

Rêveberê Bazargerî ya Navnetewî ya Nexweşxaneyekê taybet Fatîh Badem dibêje, mehê nêzîka 2 hezar nexweş ji Başûrê Kurdistanê tên Stenbolê: Em gelê Tirkiyê û Kurdistanê pir nezî hevûdu ne. Gelek tiştên me hene ku dişibin hev. Ji bo wê jî newxeş vê derê wek mala xwe dibînin. Sedemên tercîhkirina welatiyan jî ew e nezîkatiya welatan, firînên yekser û kalîteya tendir[stiyê ya Tirkiyê ye.

Senger Muhammed, ji Hewlêrê ji bo dermankirina dayika xwe hatiye Stenbolê. Senger dibêje, ji bo ku Tirkiye hem nêzîk e û vîze tuneye û hem jî gelek doktorên baştir hene em hatin Tirkiye: Karekî zor baş e, asankarî dekrêt û tştekî zor baş e. Hîwadar im ew peşketinane rojek le Kurdistanî xomanîş pêş bikewêt, kesanî pisporî tendirûstî, le biwarî tendirûstî da.

Tirkiyê di warê turîzma tendirûstiyê de di nav 10 welatên herî pêşketî de cih digire. Di nav sedemên tercîhkirina Tirkiyê de sedemên wek erzanbûna derman û zêdebûna cîhên serdanê tên nîşankirin.