Hesabên li ser Efrînê

Kurd24

 

Tirkiye ev deh roj e ber bi Efrînê hereketekê eskerî yê dijwar rêve dibe.

Dema mirov helwesta Tirkiyê ya derbarê Kurdên Siruyê yên vê çand salên dawî mêzeke, êrîşa li ser Efrînê pir jî surpriz nebû. Wek tê zanîn piştê têkçûna pêvajoya çareserîyê li Tirkiyê, Tirkiyê ne tenê li hundir, di heman wextê de li derê sînorê xwe jî siyaseta xwe ya li himber Kurdan guhart. Hebûn û destkeftiyên Kurdan li her derekê jibo xwe wek tehdît destnîşan kir. Serokkomar Erdoğan gelek caran di daxuyaniyên xwe da digot: “Em tu car nahêlin ku pêşketinên ku li bakurê Iraqê qewimîn, carek din li bakurê Suriyê biqewimin”. Li Iraqê gelo çi qewimîbûn? Wek tê zanîn, piştê sala 1991ê Kurd li Iraqê defacto azad bûn û li ser çêkirina destura Iraqê ya 2005an Herêma Kurdistanê bûbû xwediyê statuyeke federe. Di rastiyê de tişteke Serokomar Erdoğan nedixwest li bakurê Suriyê biqewimê ev bi xwe bû. Wekî din hebûna PKK-PYDê tenê hincet e, bahane ye. Armanca Tirkiyê ya rasteqin ev e; Tirkiye naxwaze Kurd li Suriyê bigihîn mafên xwe yê neteweyî û demokratik û her wisa jî naxwazin Kurdistana Suriyê bibe xwediyê statuyek. Behsa ku PKK- YPG jibo Tirkiyê xeter û gefan peyda dikin tenê jibo veşartina vê armancê tên bikaranîn. Ger mirov rastiyê bêje, tiştê ku çend meh berê li dijê Kerkukê qewimî anha jî li dijê Efrînê birêve diçe.

Di êrişa eskerî ya li ser Efrînê de a ku ecêb û surprîz bu helwesta Rusyayê bû. Ji ber ku helwesta Rusyayê ya derbarê Kurdan heta van demên dawî gelek erênî bû. Rusya di sala 2016an de jibo Suriyê destuereke wek reşnivîs belav kiribû ku têda behsa xwe idarekirina Kurdan dihat kirin. Rusya gelek caran eşkere kiribû ku diviyabû Kurd bibin xwediyê mafên xwe yên neteweyî. Her wisa Rusya pir caran digot ku divê Kurd beşdarê pêvajoyên çareserîyê yên wek Astana û Cenevrê bibin. Car jî wek tê zanîn Rusya li Suriyê him bi PYDê û him jî bi ENKSê ra danûsendinê dikir.

Ji aliyê din çawa Emeriqa şerê dijê DAİŞê de bi YPGÊ ra hevkariyê dikir, Rusyayê jî di herêma bin kontrola xwe da bi YPGê ra hevkariyê dikir. Heta van demên dawî jî li himber gefên Tirkiyê Efrînê diparast.

Rastiya mesele eve ku, ne tenê Tirkiye, Suriye û İran jî dixwest Efrin ji destê Kurdan derkeve û bandora YPGê li Efrînê bê şikandin. Bi gotineke din operasyona li dijê Efrînê projeya Tirkiyê, İran û Suriyê ya muşterek e. Mirov dikare bêje ku projeya li dijê Kerkukê îro li Efrînê dubare dibe. Di mijara Kerkukê de Emeriqa ciyê ku Kerkukê/Kurdan li dijê Iran, Iran û Tikiyê biparêze, Kurdan jibo van hersê dewletan feda kir. Îro ji Rusya Kurdan qurbanê Tirkiyê, Suriyê û İranê kir. Bi goteneke din van hersê dewletan li ser Kurdan de girt.

Tişteke balkêş e, tevî ku Efrin wek yasayî û hiquqî perçeyeke Suriyê ye, Suriyê li himber êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê nerazîbûnek pir sivik nişan da. Ew hevalbendê Suriyê yê herî nêzîg İranê jî tu reaksiyoneke berbiçav neanî ziman. Ev herdu dewlet jî dihesibînin ku Efrîna ku ji destê kurdan derkeve di dawîyê de dê bikeve bin kontrola Suriyê. Heta tê hêvîkirin ku piştê Tirkiye zextê li ser Efrînê zêde bike û YPG-PYD bi tevayî bikeve tengasiyê, wê mecbur bimîne bangê Suriyê bike ku Suriye bê Efrînê biparêze. Û di encamê da jî rejim li Efrînê desthelatiya xwe carek din ava bike.

Dema mirov siyaseta Rusyayê ya Suriyê mêze dike, dibine ku Rusya di heremê da misyoneke grîng li Tirkiyê bar dike. Wek tê zanîn di sala 2015an de piştê lêdana balafireke leşkeri ya Rusyayê, Tikiyê neçar ma ku xwe nêzîgê Rusyayê bike.  Tirkiye jibo ku zêdetir nebe armanca bertekên Rusyayê beşdarê pêvajoya Astanayê bû ku bi destê Moskovayê tê rêvebirin. Tirkiye di valakrina dijberên rejimê ji Helebê da alikariya Rusyayê kir. Ev demên dawî da jî di çarçoveya tefaqa Astanayê da Tirkiyê li Idlibê çend nokteyên eskeri avakir. Lê xuyaye kû di dawîyê de car jî bi alikariya Tirkiyê wê Idlîb radestê rejimê bibe.

Hesabên Rusyayê yê derbarên Tirkiyê yên wekî din jî hene. Rusya her ku Tirkiyê ber bi xwe ve dikişine, wê ewqas jî ji tefaqa Rojavayê durdixe. Nakokiyên Tirkiyê û Emerika û NATOyê kur dike.

Nêrineke din jî ev e, gelo jibo hevkariya bi Emerika ra, Rusya xwest ku cezayêk bide YPGê? Tişteke balkêş e ku tam di piştê daxuyaniya Emerikayê ku eşkere kir ku wê li ser bingega SDGê artêşeke 30 hezarî ava bikin, Rusyayê ji Tirkiyê ra deriyê operasyona Efrinê vekir.

Rusya bi vê gavê gelo Kurdan bi tevahî ji rojeva xwe derxistiye yan na, em nizanin.

Lê li aliyê din, ji aliyê êrişa Tirkiyê li ser Efrinê ve her tişt ewqas ne hêsan xuyaye..

Gelo destur/krediya ku Rusya jibo operasyona Efrinê daye Tirkiyê wê di kingê, kê derê û di kîjan qonax de xilas bibe?

A diduyan, li dinyayê bertekên li himber operasyona Efrinê rojbiroj zêde û bilind dibin.

A sisiyan, Rusya bi vê helwesta xwe ya dawî pêvajoya Astanayê bi destê xwe têk bir. Kongreya Netewi ya Suriyê ku di dawiya vê mehê (Kanunê) de li Soçiyê dicive bêwate kir. Wek tê zanîn piştê êrîşa li ser Efrinê û destur dayina Rusyayê bo vê êrîşê, hemî Kurdên Suriyê biryar dan ku beşdarê Kongreya Soçiyê nebin.

Tiştê gringtir ev e, piştê lawazkirina Kurdan li Suriyê, meydan bi tevahî ji rejima Esad ra ma. Êdî ne heweceye ku kes ji pêvajoyên çareseriya siyasî bo Suriyê tiştek hêvî bike. Ew platformen çareseriyê ku Kurd tê de tinebin tenê dikarên xizmeta wê yekê bikin ku rumeta Esad ya hundayî carek din radestê wî bikin.

Ev jî tê wateyê ku dinyaya medenî (ger hin dinyayeke medenî mabe) êdî bi rehetî dikarê pêşberê Esad, qatil û kujerê bi milyonek xelqê xwe, stûyê xwe bi şermî xwar bike. 30.01.2018