Barzanî: Ewê bi navê pesendkirina budceyê rû daye binpêkirina binemayên destûrê ye

Serok Barzanî bi boneya 27emîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Ewê bi navê pesendkirina budce rû daye, binpêkirina binemayên destûrê ye û çewsandineke plankirî bû ji gelê Kurdistanê re.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî bi boneya 27emîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Ewê bi navê pesendkirina budce rû daye, binpêkirina binemayên destûrê ye û çewsandineke plankirî bû ji gelê Kurdistanê re.”

Deqê peyamê:

Di bîstûheftemîn salvegera raperîna xelkê Kurdistanê de silav li giyanê pak ê şehîdên riya azadiya gelê me û silav li Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşer û niştimanperwerên Kurdistanê.

Raperîna Buhara 1991an hîmaya xwebidestnedan û qebûlnekirina zulm û dagîrkiriyê ye, destkeftên wê bûyera mezin diyar in û raperîn pendeke giranbuha ye ji bo me hemûyan ku maf û azad nayin bexşandin, belkû divê bidest bînin.

Ewê bi navê pesendkirina budce di 3.3.2018an li parlemantoya Iraqê de rû daye bi aşkere binpêkirina şeraket, tewafiq, tewazin û binemayên destûr pêk hatiye û çewsandineke plankirî bû ji gelê Kurdistanê re ye. Hêvîdar im ew riftar, rastiyan ji xelkê Herêma Kurdistanê û aliyên derve re aşkere kiribe û dabe zanîn ku gelê Kurdistanê ligel çi eqliyet û ferhengê serederiyê dike. Dema wê hatiye di bersiva wê kiryara parlemantoya Iraqê de, hemû aliyên Kurdistanî pêkve bicivin û biryareke guncaw û hevbeş bidin.

Di bîranîna raperînê de pêzanîna ma ji xelkê Kurdistanê re heye û pir bi dil spasiya wan dikim ku li hember dorpêç û fişarê û dagîrkariyê de bi serbilindî û xweragirî û bi îradeyeke ji polat rawestiyane.

Mesûd Barzanî

4.3.2017