Li Londonê teqênîyekê rû da

Li paytexta Ingilistanê Londonê, li devera Romford teqêniyekê rû da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li paytexta Ingilistanê Londonê, li devera Romford teqêniyekê rû da.  Derdora rûdanê ji alî polîsan, agirkuj û ambulansan hatiye dorpêçkirin. Heta niha liser qurbaniyan tu agahdarî nehatine belavkirin.

Polîs lêkolînan dike, da ku bizane egerek terorî li pişt rûdanê heye yan na.

Li Ingilistanê çendîn caran êrîşên terorî rûdan e û hejmarek welatiyên Ingilistanê bûn e qurbanî.  Hîn liser egera teqêniya li Romford, Polîsê Londonê tu agahdarî belav nekirin e.

 

C.B