Efrînê Nekin Qelenê Îdeolojiya xwe!

Kurd24

Ev e 55 rojin topbarankirina Herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) ji aliyê dewleta Tirk ve berdewam e, tevî şermezarkirina van êrîşan ku bûye sedema ji destana canê bi sedan welatiyên sivîl û wêrankirin û valakirina gundan, û koçberiya welatiyan ber ve bajarê Efrînê û jiyan zarok, kal û pîran ketiye metirsiyê, rewşa Herêmê bi giştî rewşeke awarte û metirsiyeke mezin li ser e, tevî vê yekê karbidestên Herêmê nav li vê bobelatê kirin ``Berxwedana Serdemê``?

Gelî karbidestên Herêma Efrîna rengîn, ev yek ne berxwedan e, ev yek xwekuştineke bi kom e, we çima ji hemû cûrên berxwedanê ev cûr hilbijartiye, ka berxwedana xwerastikirinê, berxwedana li xwevegerandin û pêdaçûna kar û nirxandina xebatê, ka hestên berpirsyariya derbarê gel û welat de, ka hizra parastina Efrînê ji wêrankirinê, ka berxwedan nasîna hevkêşa hêza leşkerî, ev e hemû berxwedanin û wate ya berxwedanê parastin e û selmandina xwemxweriya jiyana welatiyan û  pêşeroja gel û welat e, win bi çi mafî, mafê jiyanê ji welatiyan distînin? biryara berxwedan xendekan li bajarên Bakurê Kurdistanê ``Şirnax, Nisêbîn û Cizîr`` li berçavaye?

Erê ev yek ne berxwedan e, dema ku em bi gulmistê herin dirêşê wek pêşiyên me gotin e, wê demê ev yek dibe xwekujî? Û hîn derfet heye ku karbidestên Herêma Efrînê, bajarê Efrînê ji wêrankirineke bobelatî rizgar bikin, tenê bi vekêşanê ye, eger bixwzin.

Di şerê cîhanî yê duyem de, dema artêşa Almanî êrîş bir ser dewleta Ferensayê, karbidestên ferensî ponijîn û hizirkirin ku em nikarin li pêş hêza Hîtler rawestin û berevaniyê li Ferensayê bikin, û ji bo welat tarûmar nebe û ev yek jî daxwaza Hîtler re, biryar dan ku şer nekin û çekan dînin û Firensa radestî Almaniya kirin, bi vê yekê welatê xwe ji wêrankirineke hovane parastin.

Nimûneya duyem her di şerê cîhaniyê duyem de, dema Wilayetên Yekgirtiyên Amerîka USA bajarên Hîroşîma û Nagazakî yên welatê Japonê bi bombeyên navokî topbarankir, karbidestên Japonî dîtin ku wê tevahiya welatiyan bêne kuştin û welat jî dê were wêrankirin, împeratorê Japonê  Hîro Hîto birayara şer rawestandinê derkir û welatê xwe radestî Amerîka kir.   

Hêviya min ew e ku, karbidestên Herêma Efrînê lêvegereke rast û dirust ji hewlest û birayên xwe re bikin, bi wêrekî xwe rexne bikin daku komkujî li bajarê Efrînê neqewim e.Erê birano mêrxwasî û lehengî ne tenê şerkirin e, wêrekî û lehengî ya rast û dirust rizgarkirin doza Kurdî ji her daf û davan û parastina gel û welat e?

Bila bi destên me welatê me wêran nebe, bila bi biryarên me xort û keçên me neyên kuştin, bila bi xwîna îdyololjîkê Newroza Efrînê neyê sorkirin, û Newroza we û her Kurdekî li hemû cîhanê pîroz be.

Almanya 16.03.2018