Enqere 7 xalên çavdêriyê li Efrînê dirust dike

Artêşa Tirkiyê planeke dirêj ji bo mana li Efrînê daniye û 7 xalên çavdêriyê li Efrînê dirust dike, 3 ji wan mezin in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê planeke dirêj ji bo mana li Efrînê daniye û 7 xalên çavdêriyê li Efrînê dirust dike.

Rojnameya “Haber Turk” a Tirkî di nûçeyekê de amaje bi wê dike, ku Enqere planeke dirêj derbarê Sûriyê dariştiye, gava yekem jî avakirina 7 xalên çavdêriyê li bajarê Efrînê ye, ku ji 3 ji wan xalên mezin dibin.

Wê rojnameyê got jî, armanca avakirina wan xalên çavdêriyê ji bo parastina ewlehiya navçê û rêgirtina li pêş vegera endamên PKK û PYDê ne.

Rûsya û Tirkiyê û Îranê di Gulana sala 2017an de li Astanayê li ser avakirina “Navçeyên kêmkirina aloziyan” li hev kiribûn, di meha Cotmeha bûrî de jî Tirkiyê dest bi avakirina xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê kir, ku yek ji wan jî li çiyayê Şêx Berkat li nêzîkî Efrînê ye. Herwiha Tirkiye dixwaze heman xalan li Efrînê jî dirust bike.

Ev nûçe di demekê de ye, di çend rojên dawî de hin daxuyaniyên berûvajî ji aliyê rayedarên pilebilind ên Tirkiyê hatin ragihandin, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got, ew ji piştî Efrînê berê xwe didin Minbic, Kobanê û Qamişlo.

Lê, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag got, Tirkiye li Efrînê namîne û bajarê Efrînê radestî xwediyê wê yê rasteqîne dike, lê ne dema vekişîna hêzên Tirkî ji Efrînê diyar kir û ne xwediyê Efrînê yê rasteqîne jî diyar kir, ku kî ye.

 

S. B