Teqînek li Bakurê Londonê çêbû

Li gorî zanyariyan, teqîn li nêzîkî Londona paytexta Birîtanya çêbûye û bi kêmanî 30 kes ji encama wê birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyan, teqîn li nêzîkî Londona paytexta Birîtanya çêbûye û bi kêmanî 30 kes ji encama wê birîndar bûne.

Teqîn di demekê de bû, ku bi sedan welatiyên cihû ji bo ahengeke salane taybet bi cihûyan, li navçeya Stamford Hill li bakurê Londonê kom bibûn. Di wê helkeftê de, xelk agirekî mezin pêdixin û lîstikên agirîn bikar tînin, lê di nav wî agirî de teqîn çêbû.

Li gorî hin raporan, piştî ku kesekî mobaylek avête nav agir ew teqîn çêbû.

Lê hin raporên din behsa wê yekê kirin, ku zehmet e ew teqîna mezin ji encama avêtina mobaylekê çêbû be.