Şawîs: Ger destûr neyê bicîkirin wê Kurd riya serxwebûnê bibin ser

Şawîs: Ger destûr bê bicîkirin û kar li ser bingeha tewafuq û hevpariya rastiyane be, heya radeyekê wê ji Kurdan re baş be, ji ber ku tiştekî misoger li Iraqê tine ye, heger na, emê riya serxwebûnê bibin serî.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Roj Nûrî Şawîs  ragihand, heger Bexda destûrê bicî neke, tewafuq û hevpariya rastiyane ji bo Kurdan venegerîne li Iraqê, wê Kurd riya serxwebûnê bibin serî.

Roj Nûrî Şawîs, ji Kurdistan24ê re got: "Divê em bizavan bikin ku destûra Iraqê were bicîkirin, herwiha hikûmeteke şeraketa rastiyane li ser bingeha tewafuq û hevpariya rastiyane pêk bînin, heger ev xalan hatin bicîkirin, heya radeyekê wê ji Kurdan re baş be, ji ber ku tiştekî misoger li Iraqê tine ye, lê heger ew jî nehat kirin, emê riya serxwebûna Kurdistanê bibin serî".

Ev daxuyaniyên Şawîs di demekê de ne, ku 12 vê mehê wê hilbijartinên Perlemana Iraqê bên kirin, aliyên Kurdî bi çendîn lîst û hevpeymaniyan beşdarî hilbijartinan bûne û piraniya lîstan di bangeşeya xwe de, daxwaza bicîkirina destûrê dikin.

Di 25 Êlûna sala 2017an de, referanduma xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê ji Iraqê hat encamdan û bêtirî 92% ji xelkê Kurdistanê, deng ji bo serxwebûnê dan.

N.O