Li Dihokê 4 kesan ji ber lehiyê canê xwe jidest dan

Parêzgarê Dihokê: Emê bizavan bikin cihên wan malbatên nêzîkî çemê Hişerû veguhêzin û emê wan kesên ziyan li wan bûne qerebû bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din bi sedema barîna baraneke zêde li çend taxên bajarê Dihokê, astê avê bilind bû û lehî rabû, ku di encamê de çend riyên bajar hatin girtin.

Li gorî zanyariyên nûçegihana Kurdistan24ê li ser riya Dihok – Feydiye, çar kesan canê xwe jidest dane, ku xelkê komelgeha Kelekçî ne, herwiha ziyanyên madî li gellek malbatên wê deverê bûne.

Rêvebirê berevaniya sivîl li Dihokê Bêwar Ebdilezîz ji K24ê re ragihand, tîmên wan karîn 27 kesan ji lehyê rizgar bikin û got: Lehiyê ziyan li 50 xaniyan kiriye, ji wan 27 xanî bi temamî wêran bûne, herwiha 30 otombêl li ber heliyê çûne.

Ji aliyê xwe ve, parêzgarê Dihokê Ferhad Etrûşî got: Emê bizavan bikin cihên wan malbatên nêzîkî çemê Hişerû veguhêzin, daku metirsî li ser jiyana wan çênebe û emê wan kesên ziyan li wan bûne qerebû bikin.

N.O