Di konfiransê çarekirina kêşeyên Rojhilata Navîn de behsa rola Kurdistanê tê kirin

Di konferans de, ji Herêma Kurdistanê heya Erebistana Siûdî, Îran, Amerîka, Almanya, gelek rêvebirên Hikûmetan, pispor, lêkolîner û akademîsyen beşdar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya konfiransekî navnetewî hat lidarxistin.

Di wî konfiransî de, berpirsê pêwendiyên derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li ser pirsgirên Rojhilata Navîn axivî û behsa rol û giringiya Herêma Kurdistanê di çarekirina pirisgirêkan de kir.

Ew konfirans ji aliyê Foruma El-Şerq ve hat lidarxistin, di wî konfiransî de binavê ''Li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya sazkirina ewlehiyên nû'' pirsgirêkên li herdu parzemînan û riyên çarekirinê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di konfirans de, berpirsê pêwendiyên devre yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa got: ''Divê em vê rastiyê jibîr nekin, Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn aktoreke mezin e. Her tiştên Herêma Kurdistanê li gorî yasayan e ji ber wê welatên cîhanê herdem pêwendiyan li gel Herêma Kurdistanê dikin. Di dema ku geştên ezmanî li Kurdistanê hatin qedexekirin, şandên gellek welatan nedikarîn serdana Kurdistanê bikin lê bi riya konsolxaneyan herdem dîplomasiya me li gel hev hebû. ''

Damezrênerê Enistîtuya lêkolînên Rojhilata Navîn Dilawer Alaedîn jî di konfirans de got: ''Niha artêş li Iraqê nemaye, hêzeke xweparastinê nemaye. Komên çekdar yên wek Heşda Şeibî hatiye damezirandin û niha ew girupên çekdar ketine şûna artêşa Iraqê de û ev hêz ne mêvan in, ewê li Iraqê bimînin. Berî niha dihat gotin ev girûpên çekdar demkî ne û ewê tevlî artêşa Iraqê bên kirin, niha em dibînin ew girûpana beşdarî hilbijartinan jî dibin û belkî sibê dinav Hikûmetê de hinek kursiyan jî bidest bixin. Welatên Rojhilata Navîn ji ber van meseleyan nikarin pirsgirêkan çare bikin û ev tiştên wiha rewşê xerabtir dike.''

Di konferans de, ji Herêma Kurdistanê heya Erebistana Siûdî, Îran, Amerîka, Almanya, gelek rêvebirên Hikûmetan, pispor, lêkolîner û akademîsyen beşdar bûn û pirsgirêkên heyî û pêşinyarên çarekirina pirsgikan hatin gotûbêjkirin.

N.O