Kurdistan24 hejmara deng û kursiyên aliyên Kurdî belav dike

Li gorî encamên destpêkî: Partiya Demokrat a Kurdistanê, 693 hezar û 522 deng aniye û 26 kursî bidest xistiye

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî encamên destpêkî, ku ji aliyê Komisyona Hilbijartinan ve hatiye belavkirin, hejmara deng û kursiyên aliyên Kurdistanî, di hilbijartinan de,  nêzîkî 1 milyon û 633 hezar û 894 deng bûn û li gorî encamên destpêkî, ji tevahiya aliyan re 58 kursiyên Perlemana Iraqê derdikevin.

Dengên her partiyke Kurdistanî jî bi vî awayî bûn:

Partiya Demokrat a Kurdistanê, 693 hezar û 522 deng, 26 kursî.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan, 328 hezar û 664 deng, 15 kursî.

Tevgera Goran, 182 hezar û 286 deng, 6 kursî.

Hevpeymanî- Berhem Salih, 111 hezar û 33 deng, 2 kursî.

Yekgirtûya Islamî, 93 hezar û 960 deng, 2 kursî.

Komela Islamî, 84 hezar û 993 deng, 3 kursî.

Nifşê Nû- Şasiwar Ebdilwahid, 139 hezar û 436 deng, 4 kursî.

Li gorî Komisyona Hilbijartinan, ev tenê encamên destpêkî ne û bi zêdekirina dengên derve û yên dengdana taybet û meşextan, wê guhertin bi ser van encaman de bê.

N.O