Sairûn li gel Partî danûstendinên pêkanîna Hikûmeta nû dike

Sairûn: Em li gel PDK, Hevpeymaniya El-Weteniye ya Iyad Elawî û Hevpeymaniya El-Qerar El-Iraqî ya Usama Nucêfî (Sune), ji bo pêkanîna Hikûmeta bê ya Iraqê di danûstandnan de ne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Sairûn ragihand, ku ew li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê, Hevpeymaniya El-Weteniye ya Iyad Elawî û Hevpeymaniya El-Qerar El-Iraqî ya Usama Nucêfî (Sune), ji bo pêkanîna Hikûmeta bê ya Iraqê di danûstandnan de ne.

Sikiretêrê Partiya Şû'î ya Iraqê Raid Fehmî ragihnd, ku wek Hevpeymaniya Sairûn, ji bo pêkanîna Hikûmeta bê ya Iraqê, nîşanên erênî ji aliyê Hevpeymaniya El-Weteniye û Hevpeymaniya El-Qerar El-Iraqî gihiştine wan.

Raid Fehmî got jî: Niha em li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê û Hevpeymaniya El-Weteniye di danûstandinê de ne, lê heya niha derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê ti rêkevtin çênebûye.

Hevpeymaniya Sairûn ku hêzeke siyasî Şî`î ye û ser bi rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir ve ye, li ser astê Iraqê piraniya dengan aniye û Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser astê Herêma Kurdistanê piraniya dengan bidest xistiye û Hevpeymaniya El-Qerar El-Iraqî hêzeke sune ye, lewra Muqteda Sedir dixwaze li gel hêzên navhatî û li gel Iyad Elawî Hikûmeta nû ya Iraqê pêk bîne, daku biryara Iraqê ji bin hejmûna wan aliyan derxîne, ku Îran piştevaniya wan dike.

N.O