Nivîsgeha Malikî: Şandeke Kurdî serdana Bexdayê dike

Nivîsgeha Malikî diyar nekir ka ew şanda Kurdî ji kîjan aliyan pêk tê û tekez kir ku heya niha, ji bo pêkanîna Hikûmeta dahatî ya Iraqê, ew li gel ti aliyekî negihane rêkevtinekê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nivîsgeha Nûrî Malikî ragihand, ku ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hevpeymaniyekê, wê sibe şandeke Kurdî serdana Bexdayê dike.

Rêvebirê ofîsa ragihandina Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Hîşam Rukabî ragihand, ku Hevpeymaniya Dewleta Yasayê bi serokatiya Nûrî Malikî, gotûbêjên berdewam li gel aliyan dike, ji bo pêkanîna hevpeymaniyeke berfireh.

Got jî: Sibe wê şandeke Kurdî serdana Bexdayê bike, daku dadnûstandinan derbarê pêkanîna piraniya perlemanî û pêkanîna Hikûmeta dahatî ya Iraqê bike.

Navhatî diyar nekir ka ew şanda Kurdî ji kîjan aliyan pêk tê û tekez kir ku heya niha, ji bo pêkanîna Hikûmeta dahatî ya Iraqê, ew li gel ti aliyekî negihane rêkevtinekê.

N.O