HSD 6 kesên destê wan di kuştina Umer Elûş de hebû serbest berda

Riwangeha Sûrî: Bi navberiya serokên êlan, asayişa li Reqayê hejmareke çekdarên DAIŞê jî serbest berda.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) 6 kesên ku destê wan di kuştina hevserokê komîteya pêwendiyên giştî ya Encûmena Sivîl ya Reqa de hebû, serbest berda.

Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku ew 6 kesana destê wan di kuştina (Umer Elûş) hevserokê komîteya pêwendiyên giştî, di Encûmena Sivîl ya Reqa de hebû, serbest berda ew jî piştî ku hejmarek ji serokên êlan navberî kirin.

Li gorî Riwangeha Sûrî, bi navberiya serokên êlan, asayişê hejmareke çekdarên DAIŞê jî serbest berda û ew yek bû cihê nerazîbûna xelkê Reqayê.

Umer Elûş di heman demê de, endamê nivîsgeha pêwendiyên Encûmena Sûrya Demokrat bû û di 15ê Adara derbasbûyî de li mala wî li Girê Sipî kuştî hat dîtin.

N.O