"Hêza Amerîkî bi rêketinekê hatiye Çiyayê Şingalê"

Mehma Xelîl: Hatina wê hêza Amerîkî dibe sedemek ji bo rêgirtinê li xwestekên Îranê û Heşda Şeibî, ku dixwazin dest li ser deverê deynin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku duh hêzêke Amerîkî gihişte ser çiyayê Şingalê, qayimqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand, ku hêzên Iraqî di parastina Şingalê de biser neketin û hatina hêza Amerîkî ji bo Şingalê bi rêketin li gel Hikûmeta Iraqê ye.

Mehma Xelîl ji Kurdistan24ê re ragihand ku: "Hikûmeta Iraqê nekariye bi başî parastina sînorê Şingalê ji terorîstan bike, herwiha li gorî rêketinekê di nav Hikûmeta Bexdayê û Hevpeymaniya Navdewletî de, hêzeke Amerîkî li Şingalê hat belavkirin".

Got jî: "Hatina wê hêza Amerîkî dibe sedemek ji bo rêgirtinê li xwestekên Îranê û Heşda Şeibî, ku dixwazin dest li ser deverê deynin".

Xelîl diyar kir, ku "Li gorî destûra Iraqê, Şingal di nav sînorên Maddeya 140 de ye û divê bi hevbeşî li gel Herêma Kurdistanê were birêvebirin".

Berî niha cîgirê Qayimqamê Şingalê Celal Xelo, ji nûçegihanê Kurdistan24ê re ragihandibû, ku "duh 15 otombêlên serbazî yên Artêşa Amerîkî gihiştine Çiyayê Şingalê û li nêzîkî evreya (Mîra) ya zincîreya Çiyayê Şingalê bi cih bû".

Diyar jî kir, ku ew hêza Amerîkî amadekariyan dike ku bingeheke serbazî li wê deverê ava bike".

N.O