Li navçeya Sedir teqîn.. 10 kes mirin

Şeva bûrî li Huseyneke navçeya Sedir a başûrê Bexdayê du teqîn rû dan, di encamê de 10 kesan canê xwe jidest dan û 19 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî li Huseyneke navçeya Sedir a başûrê Bexdayê du teqîn rû dan, di encamê de 10 kesan canê xwe jidest dan û 19 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên kenala “Someriye” teqîn li nava embareke çek û teqemeniyê ya la nav Huseyniyê rû dane, ji ber wê jî ji bilî ziyanên canî wêraniyeke mezin gihîştiye wê deverê.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir biryar da komîteke lêkolînê ji bo diyarkirina rastiya teqînê were avakirin û di heyama 3 rojan de encaman diyar bikin.

 

S. B