Suneyên Iraqê li Tirkiyê kom dibin
K24 - Navenda Nûçeyan
Jêderekî siyasî Iraqî ragihand, ku bi armanca pêkanîna hêzeke siyasî berbiçav, hejmarek ji serkirdeyên Suneyên Iraq li Tirkiyê kom bûne".
Wî jêderî ji rojnameya El-Şerq El-Ewset re got: "Berî du rojan, serokê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî li Tirkiyê li gel hejmarek ji serkirdeyên Sune civiya û di wê civînê de, serkirdeyê Partiya Çareseriyê Cemal Kerbulî, parêzgarê Selahedîn Ehmed Ebdella Cibûrî, sikirtêrê giştî yê Pirojeyê Sunî li Iraqê Xemîs Xencer û mîdyakar û siyasetvanê naskirî û xwediyê kenala El-Şerqiye Seed Bezaz beşdar bûn.
Heman jêderî, ku nexwestiyê navê wî bê eşkerekirin, ji rojnameya navhatî re got: "Sedema civîna wan serkirdeyên Sune ji bo rêketinê bû li ser pêkanîna hêzeke siyasî Sunî, ku hejmara kursiyên wê di Perlemana Iraqê de bêtirî 45 kursiyan be, daku serkirdeyên din yên hêzên Sune tevlî bibin û di nava du rojên dahatî de, wê ew hêza siyasî li Bexdayê bê ragihandin".
Li ser pirsa çima wan Tirkiye wek cih ji bo civîna xwe hilbijartiye, wî jêderî got: "Tenê Stenbol ji bo li darxistina wê civînê guncaw bû û ji bilî wê civînê, ti dîdareke fermî yan nefermî li gel berpirsên Tirkiyê nebûye".
N.O