Tirkiye baregehên PKKê li Garê û Zapê bombebaran kirin

Arteşa Tirkiyê bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Başûrê Kurdistanê li Garê û Zapê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Başûrê Kurdistanê li Garê û Zapê bombebaran kirin.

Di derbarê mijarê de Serokekaniya Tirkiyeyê ragihand, firokeyên wan ên şerî bingehên PKKê yên Garê û Herêma Zapê bombebaran kirine û di encamê de 6 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.

Lê heta niha PKK di derbarê vê operasyonê de ti daxuyanî nedaye.

Artêşa Tirkiyê ji demekê ve ragihandiye, ku li dijî Qendîlê dest bi operasyoneke leşkerî ye.

 

S. B