Rûsya naxwaze Amerika li Sûriye bimîne

Rûsya careke din daxwaz ji Amerîka dike, hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û radighîne, Amerîka tenê di dem a alîkarîkirina Moskow û Şamê, di vegerandina penaberên Sûriyê de dikare li wî welatî bimîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya careke din daxwaz ji Amerîka dike, hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û radighîne, Amerîka tenê di dem a alîkarîkirina Moskow û Şamê, di vegerandina penaberên Sûriyê de dikare li wî welatî bimîn e.

Peyvdarê Wezareta berevaniyê yê Rûsyaya Îgor Konaşînkof ragihand, niha ti binemayên yasayî ji bo mayîna hêzên Amerîka li Sûriyê nîn e, û eger Amerîka naxwaze alîkariya proseya aştiyê bi Şam û Moskow re bike, bila bi zûtirîn dem, Hêzên xwe ji wî welatî vekişîne.

Ev daxûyaniya Konaşînkof wekî bersivekê ji bo daxûyaniya Fermandeyê hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn General Josêf Votêl tê, ku gotibû gelek zehmet e ew bi Rûsya re di derbarê vegerandina penaberên Sûriyê de alîkarbin, jiber piştevaniya wê ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re.

 

 

 

C.B