Ehmedînîjad ji Rûhanî xwest, dest ji kar vekşîne

Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad, di peyamek vîdyoyî de ku li torên civakî hatiye belavkirin, amaje dike ku baweriya wî bi desthilatê nema ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad,  di peyamek vîdyoyî de ku li torên civakî hatiye belavkirin, amaje dike ku baweriya wî bi desthilatê nema ye.

Herweha daxwaz ji Serokomar, Serokê Parleman û Desthilata dadweriya wî welatî dike ku, dest jikar vekşînin.

Ehmedînîjad destnîşankir ku baweriya xelkê Îranê bi desthilatê nema ye û pêşbînî nake ku, ev birêvebir welatê wan derxin ber bi ronahiyê ve. Man a van birêvebirên di zirara gelê Îranê de ye.

Serokomarê berê yê Îranê herweha diyarkir ku, aboriya welat têk diçe û baştirîn çareserî ew e ku, ji bo bidestxistina baweriya xelkê dest jikar kişandina desthilatê ye.

 

 

C.B