Trump: Tirkiye ne dostek baş e!

Amerîka gefa cezayên nû li dijî Tirkiyê dixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka gefa cezayên nû li dijî Tirkiyê dixwe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna kabîneya xwe de, di derbarê pêwendiyên aloz ên Tirkiyeyê de axifî û got: Welatiya Tirkiyê Ebrû Ozkan ku li Îsraîlê hatibû girtin, bi alîkariya Amerîkayê azad bû, lê Keşeyê wan ê baş ne azad e. Ev helwesta Tirkiyê ne dadperwerane ye û herwiha Tirkiye ne dostek  baş e. Trump dema diaxifî, ji Wezîrê xwe yê Gencîneyê  Steven Mnuchin pirsa rewşa dawî ya cezayên li dijî Tirkiyê kir. Mnuchin jî got, wan heta niha hin wezîrên Tirkiyeyê ceza kirin e û ger Keşe Andrew Brunson azad nebe, cezayên wan ên zêdetir amade ne.

 

 

C.B