Îro zimanê me, sibê neteweya me dê tune bibe!

Kurd24

 

Beriya her tiştî rewş bi yek gotinekê gelek Xerab e!

Bi tevahiyên zaravayên xwe zimanê me, çanda me û pê re gelê me tê tunekirin! Ev gelek diyar e ku, tunekirina zimanê kurdî ya ku tev zaravayên wî, dê bibe tunekirina gelê kurd jî. Konfûçyûs gotibû :'' Ku hûn dixwazin neteweyekê tune bikin, bi zimên dest pê bikin. Lewra ziman him amûrê tekiliyê, him jî xerca ya herî sereke ya ku neteweyê dike netewe ye; Ku tu wê tune bikî tuyê neteweyê jî tune bikî!

Rejîme tirk jî tunekirina gelê me di zimên de daye destpêkirin.Lewra ku kurd zimanê xwe wenda bike, dê tev hest û çanda neteweyî jî tê de, dê her tiştên xwe wenda bike.

Baldarî! Êdî ji xeynê Dîlok,Meletî, Semsûr,Xarpet, Erzirom,Qersê, li sêgoşeya Amed, Agirî, Colemergê jî  axaftina bi tirkî ya li navêndên bajêr wek tiştekî  ''asayî-xwezayî'' tê berpêşkirin, lê axaftina bi kurdî(Kurmancî, Zazakî) her ku diçe wek tiştekî balkêş tê dîtin. Bes ne li saziyên fermî, edî li kuçe, çayxane, bazarê taxan û hetta li malan jî zimanê axaftinê tirkî ye êdî.

Kesên ku vê destnîşankirinê pirole dibînin; bes li kolan û kuçeyên Amedê, li navendên dan û stendinê, li çayxane û aşxaneyan, li wesayîtên girseyî û ya herî girîng bo çavdêriyên rewşa li bazarên gel yên ku ciyê danûstendina jinên ku hilgirên zimanê kurdî ne, em bang dikin  ku bila çend saetên xwe veqetînin bo ku zimanê tê axaftin çi ye bila di ciyê ciyîn de bê guhdarkirin û bê dîtin.

Ku em bê ser malan wek qadên jiyana taybet, rewş gelo ji wan qadên ku  min anîbû  ziman  cuda ye an na? Bersiva vê pirsê divê her kes ji xwe bipirse û bi bersivîne. Gelo bes li bajaran rewş wisa ye? Na navçe, gund û heta mezra jî çend gavan li dû bin jî bajaran dişopînin.

Bi kurtasî pêvajo ku wisa bidome ÎRO ZIMANÊ ME, SIBÊ NETEWEYA ME DÊ TUNE BIBE!  Pişaftin wek Pençeşêra civakî, ku peşiya pêşîn nê sekinandin û paşê ev pêvajo bi beravajî nê zivirandin, bi zaravayên xwe yên cuda pêşiyê dê zimanê kurdî û paşê neteweya kurd dê bê tunekirin.

Berpirsê vê rewşê kî ye?

Bersiva pirsê li holê ye;  Xwediyê vê penceşêra civakî  rejîma tirk a nijadperest e; wek pençeşêra  civakî ya ku li ser gelê me, ya ku li ser gelan pişaftin û cewiya wê ya entegrasyon e.

Rejima Tirk meseleya Kurd/ Kurdistan li gorî xwe rêya ji binîve çareserkirin( ji holê rakirin); helandina ziman û çanda kurdî bi pişaftinê destnîşan kirin.. û vê bi van rêbazan didomînin:

Yek; Ji pêşdibistanê heta zaningehê zimanê perwerdeyê û hînkirinê sipartina tirkiya mecbûrî;

Dido; Zimanê  jiyana aborî- civakî de sipartina tirkî

Sê; Televizyon, Sînema, Compîtir,telefonên jîr, rojname,radiyo,pirtûk,internet, e-mail ..... zimanê van amûrên têkiliyan bi zimanên tirkî tê sêwirandin

Çar; Cêwiya pişaftinê entegrasyon di serî de li bajarên di sînor de niha tev Kurdistana hundirîn li hemû  bakurê Kurdistanê tê meşandin.

Em ê çi bikin?

Tiştên em ê bikin mirov dikare bixe du bir;

Yek, tiştên ku em ê bi partî, rexistinên girseyî yên demokratîk, rewşenbîr, hunermend û meleyan re bikin.

Dido;  daxwazên me yên ji Meclîs û desthilatdara Tirk

Di her du qadan de jî meseleya zimên nêrînek li jorî çîn û siyasetê, bi hevkariya hemû partî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rewşenbîr, hunermend û meleyan re divê li ser bê sekinandin. Meseleya zimên divê teqez û teqez wek amûrek siyaseta navxweyî neyê dîtin. Divê pisporên vî karî li ser vê meseleya me ya hevpar bixebitin, divê bo kampanyayek bi bandor ya ku di her du qadan de em bang bikin.

a- Tiştên ku em ê di qada xwe de bikin

*Di destpêkê de di meha Îlonê de divê bi Xebatnameyekê dest bi kampanyayê bê kirin divê  partî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rewşenbîr, hunermend û mele bê vewxandin ji bo xebatnameyê..

Di vê Xebatnameyê de lijneya ku kampanyayê birêve bibe divê nûnerên wan ji hemû van aliyan bê hilbijartin.

plansaziya çalakiyên kampanyayê, divê bi fikir û ramanên ji vê xebatnameyê tê bê dewlemendkirin.

*Mal-kuçe-bazar-wesayit-otobês-nexweşxaneyan de divê bi axaftina kurdî( Kurmancî- Zazakî) em banga axaftinê li gel bikin.

Birêvebirên kampanyayê; Ji dêlva banga ''Bi Kurdî Bipeyive'' ji gel re bike, rasta rast divê li kuçeyan, li çarşî û bazaran bi kurdî biaxife û kampanyayê wisa bimeşîne.

Divê birêvebirên kampanyayê tîşortên '' Em Bi Kurdî Dipeyivin'' li xwe bikin û bi taybet li Amedê û li hinek bajaran kurtebelavokên bi du zaravayên kurdî ( Kurmancî-Zazakî) divê li kuçe, wesayit,çayxane û ciyê bazaran bê belavkirin.

Em ê bandora erênî bibînin.

b- Ji hukûmeta Tirk, meclîs û saziyên navnetewî xwestek û daxwazên me;

*Di makezagonê de naskirina mafên neteweya kurd û kêmneteweyan.

*Ji dibistana seratayî heta zaningehê bi kurdî û bi zimanê kêmneteweyan  perwerde û hînkirina zimanê zikmakî divê têkeve meriyetê.

Ev daxwazên gelê me yê mirovî û yên demokratîk bo ku bi cî were; li aliyekî divê bi serokomar, wezîr, TBMM, wekîl, neteweyên yekbûyî, Unesco, Yekitiya ewrupayê, USA, Rusya… Balyozxaneyên Dewletan, partiyên siyasî yên  Türkiyeyê, sendîka, û bi rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi partiyên Tûrkiyeyê yên sosyalîst re divê hevdîtin bê kirin. Ji alî din de bo ku serokomar û TBMM gav biavêje li kuçeyan, meydanan, hêwanan têkoşîn bê meşandin. Ji Tv, radyo, rojnameyên ku piştgiriyê didin kampanyaya me lidarxistinên bernameyên taybet divê bê xwestin.

wek encam; ku em xwedî lê dernekevin îro zimanê me sibê neteweya me dê bê tunekirin!

banga ÖSP'yê ji hemû partî û rêxistina re, rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji rewşenbîr, hunermend  û Meleyan re ye; werin em bi hev re vê kampanyayê birêxistin bike. Bi amadekariyek pêş bi destpêkirina sala perwerde û hînkirinê re em dest kampanyayê bikin.

Banga ÖSP'yê; Li mal, li wesayitan, li çayxaneyan, li navendên danûstendinê , li bazaran, li bankayan,li nexweşxaneyan Kurdî bipeyivin, li zimanê xwe xwedî derkevin.

Lewra ''Welatê rasteqîn yê neteweyekê zimanê wî ye, ziman nîşaneya hebûnek bi hêz a daxwazên neteweyî ye. Zimanê neteweyî ku tune bibe, dê di demek kin de hestên netewî jî bê wendakirin''

 

Wilhelm Humbold. 19.08.2018