Krîza ligel Amerîka, berê Tirkiye dide Ewrûpayê

Piştî ku têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê re, jiber keşîşê girtî Brunson ket nav krîz û aloziyê û vir ve, Tirkiye berê xwe da Ewrûpayê

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku têkiliyên Tirkiye û Emerîkayê ji ber keşîşê girtî Brunson ket nav  krîz û aloziyê vir ve, Tirkiye berê xwe da Ewropayê. Di vê çarçoveyê de jî bi hin welatên Ewropayê re, ku têkilîyên wan ev çend sal in xirab bûn hin hewlên dîplomatîk dimeşîn e. Ji destpêka krîzê vir ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi serkirdeyên welatên Îngilistan, Elmanya û Fransayê re çendîn caran axivî. Li aliyê din Erdogan dê di dawîya meha Îlonê de biçe Elmanyayê.

Tirkiye ji bo sererastkirina têkiliyên xwe yên bi Ewropayê re di nav liv û tevgerê de ye. Koma Bizava Reformê ji ber qutbûna têkiliyên bi Ewropayê re ev 3 sal in nediciviyan, piştî 3 salan ev kom wê cara ewil di nava çend rojan de bicive.

Li gorî pisporan di van civînan de tê çaverêkirin ku, di mijarên wek mafên mirovan û demokratîkbûnê de ku Ewropa Tirkiyê rexne dikir dê hin biryar bên girtin.

Muharrem Sarikaya-Rojnameger diyar dike:

Ev grûb di sala 2003an de li Tirkiyê ji bo koordinasyona têkiliyên bi Yekîtîya Ewropayê re hatibû damezrandin. Gelekî girîng e ku piştî 3 salan ev kom wê cara ewil bicive. Rojeva sereke vererastkrinên derbarê mafên mirovan, maweya girtinê û proseya demokratîkbûnê ye. Di vê çarçoveyê de jî dibe ku derbarê maweya girtin û desteserkirinê de pakêteke nû ya reformê were amade kirin û hin pêngavên berbiçav ku Ewropa dixwaze û li bendê ye bên avêtin.

Ji serê krîza li gel Emerîkayê vir ve gelek welatên Ewropayê ku ew jî bi Emerîkayê re ji ber baca zêde di nav gengeşiyê de ne jî, hewl didin ku pêwendiyên xwe yên bi Enqereyê re sererast bikin. Loma jî ji hin welatên Ewropayê bo Tirkiyê peyamên nermbûnê tên dayîn.

Pisporên Tirkiyê dibêjin pêwendiyên Tirkiye û Ewropayê di vê heyamê de, wê bikeve qonaxeke nû.

Can Baydarol-Pisporê Yekîtiya Ewropayê tîne ziman:

Beriya serdana Serokdewletê Tirkiyê Erdogan bo Elmanyayê pêkanîna vê civînê dide nîşan ku bi Ewropayê re têkilî ew ê ji nû ve germ bibin. Lewre rageşiya bi Tirkiyê re di berjewendiya tu welatekî Ewropayê de nîn e. Li gor min dibe ku di vê heyamê de di mijarên wek serbestiya wîze û rojanekirina yekîtiya gumrikê de hin pêngavên pozîtîf bên avêtin. Êdî di têkiliyên Tirkiye û Ewropayê de heyama asayîbûn û meqûliyetê dest pê dike. 

Tirkiye ya ku ev  60 sal in dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, di sala 2005an de bi awayekî fermî gotûbêjên bo endamtiyê destpê kirin. Heta 2014an bo endamtiyê pengavên baş hatibûn avêtin. Lê pişt re ji ber rûdanên siyasî û bi taybetî jî piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê vir ve têkiliyên Tirkiye û Ewropayê xirab bûbûn.

 

 

 

C.B