Wesiyata Kurdistanê ya Profesorê Amerikî

Profesorê Amerikî Nicholas Rion Lonnie, ku li Zanîngeha Soran kar dikir, piştî nexweşiyê ya sekna dil jiyana xwe jidest da

K24 – Navenda Nûçeyan

Profesorê Amerikî Nicholas Rion Lonnie, ku li Zanîngeha Soran kar dikir, piştî nexweşiyê ya sekna dil jiyana xwe jidest da.

Cîgirê Rektorê Zanîngeha Soran Dr. Hero Zagros ji K24 re anî ziman ku: “Nicholas mirovek dilovan û zanyar bû. Mirovek zanistê bû û gelek ji Kurd û Kurdistanê hez dikir”.

Zagros herweha diyarkir ku: Wesiyeta Profesor Lonnie ew bû ku, ger jiyana xwe li Kurdistanê jidet bide, li Soranê bê veşartin. Ji bo veşartina wî û bicîhanîna wesiyeta wî em li hêviya bersîva malbata wî ne”.

Profesor Lonnie herweha di gelek xebatên xwebexşî de cîh digirt.

Profesor Lonnie di beşê Ingilizî de mamoste bû û herweha zanyar di warê psikolojiyê de jî bû.

 

 

C.B