Erdogan: Dolar li pêşiya baziraganiya navnetewî bû astengî

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, Dolara Amerîkî li pêşiya baziraganiya navnetewî astengî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, Dolara Amerîkî li pêşiya baziraganiya navnetewî astengî ye.

Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya welatê Qirgizîstanê de gotarek di Lûtkeya Şeşemîn a Encûmena Hevkariya Welatên ku bi Tirkî diaxivin de pêşkêş kir.

Erdogan pêşniyar kir, divê welatên cîhanê ne bi Dolara Amerîkî, belkû bi pereyên xwe yên neteweyî bazirganiyê bikin, ji ber ku Dolara Amerîkî li pêşiya baziraganiya navnetewî bûye astengî.

Herwiha Serokomarê Tirkiyê got, hîna qebareya danûstandinên bazirganiyê di navbera welatên wê rêxistinê de kêm e û divê i karînên xwe yên aboriyê bi pêş ve bibin.

Bi sedema zindanîkirina keşeyekî Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve, pêwendiyên di navbera Washington û Enqerê de, aloz bûn û Amerîka sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand, ku di encama wan de nirxê Lîreya Tirkiyê beramberî Dolar daket û vê yekê ziyanên mezin li Abûriya Tirkiyê kir.

 

S. B