Xelkê Besrayê parlemanto û hikûmetê dicivîne

Biryar e îro parlemantoya Iraqê derbarê rewşa Besrayê de kom bibe û Encûmena Wezîran jî civîneke bilez encam bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro parlemantoya Iraqê derbarê rewşa Besrayê de kom bibe û Encûmena Wezîran jî civîneke bilez encam bide.

Endamê Parlemantoya Iraqê ji firaksiyona PDKê Dana Ceza ji K24ê re ragihand, wek bersivekê ji daxwazên xelkê Besrayê, biryar e îro parlemanto bi serokatiya mezintirîn parlemanter bi awayekî awarte bicive û daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hate kirin ku di civînê de amade bibe.

Got jî, ji ber ku Desteya Serokatiyê nehatiye hilbijartin, civîn nikare biryarên girîng bide. Herwiha pirsgirêka destûrî li pêş serokê demkî yê parlemantoyê heye û desthilatên wî diyarkirî ne.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e îro jî Encûmena Wezîran a Iraqê jî derbarê rewşa Besrayê civîneke bilez encam bide.

Ev çendîn roj in xwepêşandan li Besra berdewam in û di bîst û çar demjimêrên derbasbûyî de, xwepêşanderan çendîn avahiyên Hikûmî û bi dehan baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve şewitandin.

Her duh jî ku xwepêşanderan navê “Îna Xezebê” li xwepêşanda bajarê Besre li başûrê Iraqê kirin û êrîşî konsolxaneya Komara Islamî ya Îranê kirin û şewitandin.

 

S. B