Nêcîrvan Barzanî: Bi dengên xwe biçespînin PDK her partiya yekem a Iraq û Kurdistanê ye

Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kernavaleke cemawerî ji bo bangeşeya lîsta 183 ê PDKê bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê devera Soranê birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kernavaleke cemawerî ji bo bangeşeya lîsta 183 ê PDKê bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê devera Soranê birêve diçe.

Nêçîrvan Barzanî di kernevalê de gotarek pêşkêş kir û got: “Ev dever cihê şanaziya me ye. Li vir beşek e ji yekem cihê jiyana mirov e. Niha çavê hemû şûnwarnasên cîhanê li şikefta Şaneder e û berî hefteyekê keleserê mirovê yekem hat dîtin. Mirov ji vir ve dest bi jiyanê kir. Me hemûyan jî binavûdengiya Xanzadeya Soranê bihîtiye, Xanzedaya Soranê sembola jinan e.”

Herwiha got: “Devera Çoman û Balekayetî yekem landika şoreşên destpêkê yên Kurdisatanê ye. Soran navçeya Kurdistanparêz a PDKê ye û nimûneya pêkvejiyanê ye. Ev dever cihê rêxistinkirina Pêşmergeyên PDKê bû, nevî li dû nevî li vê deverê xelkê bi karîn derdikevin û dibin sedema pêşketina Kurdistanê.”

Nêcîrvan Barzanî got: “PDK bawerpêktirîn rêxistin û tevger a rêkeftin, aştî û avedankirina Kurdistanê ye. Niha planeke PDK ya berfereh bo geşepêdana zêdetir li Kurdistanê heye. Di bîra we de ye, di sala 191an de Serok Barzanî li firokxaneya kevin a Diyaneyê ji we re got: Ez li vir im û ta dawî dilopa xwînê û hûn jî li vir dibin. Wê dem her bixwe jî serperiştiya têkşikandina rêjîmê kir û niha jî tankên şikestî li wir mane û nîşana serkeftinê û serfiraziyê ye ji xelkê Kurdistanê re. Sala bûrî hin kesan li televizyonan nûçeya ketina Hewlêrê û ketina keleha Hewlêrê belav kirin, li Sihêla û Pirdê Pêşmergeyên we xewna şikandina PDKê wek bi dehan carên din, kir wek xewna Hiştir.”

Di beşeke din a gotara Cîgirê Serokê PDKê de hat: “Demekê nehezên PDKê bi hin aliyan re hewla rlkeftinê dan, ji bo hikûmeta Herêmê lawaz bikin, lê me û Partiya we ebloqeya esmanî hilgirt, me qerz dan, paşkefta mûçeyan kêm kir, nûçeya xweş jî birê de ye û bi piştevaniya we bihêztir jî dibin. Di wan rewşên dijwar de, ku nehezan xewan nehîtina PDKê didîtin, me beşdarî di hilbijartinên parlemantoya Iraqê de kir, tevî hemû neheqiyan jî li hember endam û kadroyên PDKê li navçeyên Kurdistanî, tevî hemû sextekarî û fewitandina dengên me, PDK bû partiya yekem ne tenê li Kurdistanê, belkû li hemû Iraqê.”

Herwiha got: “Ji hemû aliyên Iraqê û zilhêzên herêm û cîhanê re dibêjin: Dixwazin hevbeşê rasteqîne di aramî û seqamgîriya gelê Iraqê de bin, ji ber ku sûda PDKê di aramiyê de ye. Hewlêra xweşewîst ku paytexta Herêmê ye û navenda PDKê ye, nîşana merdatî û pêkvejiyanê ye. Kilîta tevahiya pirsan e, ti aliyek bê Hewlêrê serkeftî nabe. Em dixwazin hêza Hewlêrê bikar bînin bo rêkeftina temam li Herêma Kurdistanê û Iraqê, ku mafên gelê Kurd bingeha wê rêkeftinê be. Ne ku rêkeftinên jêrbijêre bên kirin.”

Herwiha got: “Niha dixwazin bidengên we kursiyên PDKê li parlemantoyê zêde bikin, jib o li parlemantoyê berevaniyê li mafên we bikin û xizmeta zêdetir bikin. Ji ber wê deng bidin list 183 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê, ji bo avedan û aramiyê. ji bo xweneçemandin û serfiraziyê. Ji bo ewlehî û berdewamiya pêkvejiyanê û ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdistanê.”

 

S. B