Şirketên Almanî merc danîne pêş Tirkiye

Şirketên Almanyayê rewşa serdestiya dadweriyê wekî girîntirîn merc anîne pêş...

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Deutsche Welle (DW) şirketên Almanyayê di dema seredana Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan bo Almanya de, ji bo berferehkirina pêwendiyên aborî ligel Tirkiye 5 merc danîne pêş Tirkiye.

Şirketên Almanyayê rewşa serdestiya dadweriyê wekî girîntirîn merc anîne pêş.

Di civîna şirketên Almanî û Erdogan de, liser wê yekê hatiye rawestan ku, berdewamiya pêwendiyên aborî di navbeyna her dû welatan de girîng e, lê ji bo ku ev pêwendî bi awayek asayî pêşbikevin dive bawerî û ewleyî ya siyasî, dadwerî û aborî li Tirkiye serdest be.

Ligor DW ew 5 mercên ku şirketên Almanî anîne zimanev in: Dadwerî serdest be. Sazumanên demokrasî  bikaribin kar bikin. Serxwebûna Banka Navendî hebe. Hukimeta Tirkiye mercên Yekîtiya Gumrikê ligel Yekîtiya Ewrûpa bicîh bîn e. Ji bo destpêkirina xebatên nû yên aborî rewş bê başkirin.

 

 

C.B