Li Reqayê bi hezaran term di gorên bikomî de tên dîtin

Demek e tîmên taybet bi vekirina gorên bikomî li bajarê Reqayê dest bi lêkolînê kirine û ta niha zêdetir ji 2 hezar û 500 term ji gorên bikomî derxistine.
kurdistan24.net

 

K24 – Reqa

Demek e tîmên taybet bi vekirina gorên bikomî li bajarê Reqayê dest bi lêkolînê kirine û ta niha zêdetir ji 2 hezar û 500 term ji gorên bikomî derxistine.

Li devera Banorama ya Reqayê, bi sedan termên kuştiyên DAIŞê û qurbaniyên sivîl di dema şerê Reqayê de di gorên bikomî de hatine veşartin. Tevahiya wan goran nenas in û bi awayekî bilez hatine veşartin.

Rêvebirê Tîma Vekirina Gorên Bikomî Yasir el-Xemîs ji K24ê re got: “Ji berî 2 mehan zanyarî li ser vê gore ji me re hatin. Em ligel tîmeke bijîşkan hatin vê deverê, lê dever hemû mînan hatibûn çandin. Piştî tîmên pispor mîn rakirin, di destpêka vê mehê de me dest bi vekirina goran kir. Tê pêşbînîkirin ji hezar ta hezar û 500 termî li vê goristanê hebin.”

Bijîşkê Zagonî Mehmûd Hajî dibêje: “Ji astengiyên me, alav kêm in, taqîgeh jî nîn e. Em li vir bi awayekî sade û destpêkê kar dikin, lê pêwîst e bi awayekî berferehtir û di taqîgehan de ev kar were kirin.”

Ta niha tîma Tîma Bersivdayîna Destpêkî gelek terim ji gelek gorên bikomî derxistine ku li gor serkerideyên tîmê ta nihe 2600 terim ji 8 devaran ji nava taxên bajêr de derxistine, ku nêzî 450 ji wan yê zarokan bû.

 

S. B