HSD 15 xalên DAIŞê li rojhilatê Firatê kontrol kir
K24 - Navenda Nûçeyan.
Navenda ragihandina Hêzên Sûrya Demokrat di daxuyaniyekê de, pêşhatên 24 demjimêrên derbasbûyî ji şer û pevçûnan li dijî çekdarên DAIŞê li rojhilatê Çemê Firatê ragihand.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye, ku hêzên wan li mihwerê Bagoz û Hecîn li gundewarê Dêra Zorê, karîne 15 xalan ji destê çekdarên DAIŞê derxînin û heya niha 29 çekdarên wê girûpê kuştine û hejmarek otomobêlên wan ên serbazî jinav birine.
Herwiha Navenda Ragihandina HSDê diyar kir, ku di dema 24 demjimêran de, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî 14 caran bingeh û navendên DAIŞê li wê deverê bordûman kirine.
Di 11 meha derbasbûyî de, HSDê dawîn operasyona xwe ji bo kontrolkirina bajarokê Hecîn li dijî çekdarên DAIŞê ragihand û heya niha ew operasyon berdewam e.
N.O