Tirkiye amadekariyan liser sînorê rojavayê Kurdistanê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirk, zêdetir hêz dişîne ser sînorê Sûriyê.
Hêz û alavên serbazî û otombêlên zirîpoş ku ji gelek deverên Tirkiyê hatine şandin, gehîştin Kilîsê.
Hat ragehandin, veguhestina hêzan di bin bergiriyên ewlekariyê de berdewam dike û piraniya wan hêzên li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê werin bicîhkirin.
Sibê li Tirkiyê bi beşdariya Serokên Fransa, Almanya, Rûsya û Tirkiyê civîneke çar alî taybet bi pirsgirêkên Sûriyê tê darxistin.
Li Dîlokê ser sînorê rojavayê Kurdistanê bo heyama 15 rojan qedexeya hatûçûnê hat ragehandin.
Parêzgariya Dîlokê da xuyakirin, ji 26'ê Cotmehê heta 9'ê Mijdarê, hemû sînorê Dîlokê yê bi rojavayê Kurdistanê re wek herêma ewlekariya taybet hatiye ragehandin.
Hat destnîşankirin, di vê demê de ketin û derketine kes û otombêlan di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de ye û eger pêwîstî bê dîtin, dê ketin û derketin were qedexekirin.
C.B