Amerîka: Em dewletekê li Rojhilatê Firatê ava nakin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şanderê Amerîkî yê taybet ji bo karûbarên Sûrya James Jeffrey got: Em ji Rûsya re tekez dikin, ku Amerîka kar li ser avakirina dewletekê li rojhilatê Firatê nake.
James Jeffrey di hevpeyvînekê de li gel kenaleke erebî ragihand, ku Amerîka gerentiyan dide Rûsya, ku ew piştevaniya yekîtiya axa Sûryê dike û parastina ewlehiya sînorên wê dike.
Jeffery tekez kir, ku ew kar li ser avakirina ti dewletekê li rojhilatê Firatê nakin û got: Pêwendiyên me bi HSDê re hene û berdewam in, ji ber ku ew hêz şerê çekdarên DAIŞê dike.
Derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Kobanê navhatî got: Amerîka ji wan êrîşan dilgiran bûye û em ji Tirkiyê dixwazin ku hevrêziyê li gel me bike, daku rûbirûbûn di nav me de çênebe.
Li ser pirsa vekişyana HSDê ji hin navçeyên gundewarê Dêra Zorê, Şanderê Amerîkî got: Ew vekişyan demkî ye û her dema ku rewşa seqayê xweş bibe, divê HSDê wan navçeyan dubare kontrol bike.
N.O