HSD: Şervanên me otombîleke Tirkiyê jinav bir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ji mafê wan e bersiva êrîşên dewleta Tirkiyê bide û îro jî otombîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê armanc kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ji mafê wan e bersiva êrîşên dewleta Tirkiyê bide û îro jî otombîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê armanc kir.

Fermandariya Giştî ya HSDê di wê derbarê de belav kir û ragihand, di dema HSDê şerê li dijî DAIŞê dike, artêşa Tirkiyê hemû perensîpên şer binpê dike û êrîşî li ser baregehên me yên li sînorê bi Tirkiyê re dike.  

Fermandariya Giştî ya HSDê tekez kir, ji mafê HSDê ye bersiva êrîşên artêşa Tirkiyê bide. Di wê çarçovê de îro şervanên HSDê otombîleke leşkerî ya Tirkiyê jinav bir.

Du roj in, hêzên Artêşa Tirkiyê baregehên YPG li bajarên Kobanê û Girê Sipî li Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin û li gorî zanyariyan, heya niha di encamê de 2 şervanên YPGê canê xwe jidest dane.

 

S. B