Amerîka: Ji êrîşên Tirkiye li ser bakurê Sûriyê nîgeran in

Wezareta Derve ya Amerîka nîgeraniya xwe derbarê topbarana navçeyên rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve derbirî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka nîgeraniya xwe derbarê topbarana navçeyên rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve derbirî.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino bersiva pirsa peyamnêrê K24ê derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Rojavayê Kurdistanê û rawestandina operasyona HSDê ya li dijî DAIŞê da û got, topbaran navçeyên bakurê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve bi awayekî tekalî ye, hêzên me li wê navçê hene û ew yek dibe cihê nîgeraniya me.

Robert Palladino got jî: “Em bi berdewamî bi Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re di pêwendiyê de ne, ji bo aramkirina rewşê.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gefê destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê dixwe û çend roj in Artêşa Tirkiyê baregehên YPG li bajarên Kobanê û Girê Sipî li Rojavayê Kurdistanê topbaran dike û li gorî zanyariyan, heya niha di encamê de 2 şervanên YPGê canê xwe jidest dane.

HSDê ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Kobanê û Girê Spî, operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê bi awayekî demkî rawestand. Herwiha di daxuyaniyekê de tekez kir, ewê bersiva her êrîşekê li ser bingehên wan bidin.

Fermandariya Giştî ya HSDê di wê derbarê de belav kir û ragihand, di dema HSDê şerê li dijî DAIŞê dike, artêşa Tirkiyê hemû perensîpên şer binpê dike û êrîşî li ser baregehên me yên li sînorê bi Tirkiyê re dike.

Herwiha HSDê daxwaz ji civaka navdewletî kir, êrîşên Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê rawestîne.

 

S. B