Li Dêra Zorê 12 şervanên HSDê canê xwe jidest dan

Çekdarên DAIŞê tenê li nevçeyên sînorî yên gundewarê Dêra Zorê mane û hefteya derbasbûyî, HSDê ji ber êrîşên Tirkiyê, operasyonên xwe li dijî DAIŞê li wan navçeyan rawestand.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku îro berî nîvro, çekdarên DAIŞê li gundewarê Dêra Zorê, êrîşî navçeyên HSDê kirin û di encamê de, 12 şervanên HSDê canê xwe jidest dan û 20 ên din birîndar bûn û hejmarek ji çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.

Çekdarên DAIŞê tenê li nevçeyên sînorî yên gundewarê Dêra Zorê mane û hefteya derbasbûyî, HSDê ji ber êrîşên Tirkiyê, operasyonên xwe li dijî DAIŞê li wan navçeyan rawestand.

Li ser êrîşên Tirkiyê, berpirsên TEVDEMê û yên HSDê dibêjin ku armanca Tirkiyê piştevanîkirina DAIŞê ye û mijûlkirina hêzên HSDê ye.

N.O