Hevpeymaniya Navdewletî: Me sivîlên Sûrî nekuştine

Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê red kir, ku hêzên wê sivîl li Dêra Zorê kuştibin û tekez kir, ku ew armancên xwe baş dişopînin berî ku êrîş bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê red kir, ku hêzên wê sivîl li Dêra Zorê kuştibin û tekez kir, ku ew armancên xwe baş dişopînin berî ku êrîş bikin.

Hevpeymaniyê di daxuyaniyekê de ragihand: Gellek jêderan dane xuyakirin ku, Hevpeymaniya Navdewletî li bajarokê Hecîn êrîşî sivîlan kiriye, lê ew yek ne rast e û Hevpeymaniya Navdewletî armancên xwe dişopîne û ew navçeya me êrîşî wê kir, di bin destê çekdarên DAIŞê de bû û kesên ketine ber êrîşan de çekdarên wê girûpê bûn.

Di daxuyaniyê de hatiye, ku 10 êrîşên ezmanî li heman navçeyê hatine pêkanîn bêyî ku aliyên ew êrîş kirine hevrêziyê bi hevpeymaniyê re bikin.

Herwiha Hevpeymaniyê daxwaz ji tevahiya aliyan kir, ku ti bêyî hevrêzî bi hêzên Hevpeyamanan re, ti êrîşan encamp nedin.

N.O