Serok Barzanî pîrozbahiya jidayikbûna Pêxemberê Misilmanan dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir û ragihand, “Hêvîdar in ev boneya pîroz bibe sedemeke din a bihêzkirina peyama aştî, biratî, pêkvejiyan û lêborînê.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir û ragihand, “Hêvîdar in ev boneya pîroz bibe sedemeke din a bihêzkirina peyama aştî, biratî, pêkvejiyan û lêborînê.”

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta salvegera ji dayikbûna Pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Hêvîdar in ev helkefta pîroz sedemeke din a bihêzbûna peyama aştî û birayetî û pêkvejiyan û lêborînê be.

Ji xwedayê mezin dixwazin ev helkefta pîroz dergeha xêr û xweşî û bereketê ji bo gelê Kurdistanê û navçeyê bi giştî veke û bibe sedema dawîhatina zulm û tundî û çewsandina miletan.”

 

S. B