Hêzên Sûrya Demokrat ji bajarokê Geranîc ê Dêra Zorê vekişiyan

Medya Rûsî ragihand, ku duh çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê, êrîşî Hêzên Sûrya Demokrat kirin û ji encama wê êrîşê, hêzên HSD ji devera Geranîc a li rojhilatê Dêra Zorê vekişiyan.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Medya Rûsî ragihand, ku duh çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê, êrîşî Hêzên Sûrya Demokrat kirin û ji encama wê êrîşê, hêzên HSD ji devera Geranîc a li rojhilatê Dêra Zorê vekişiyan.

Herwiha medya Rûsî çend girte vîdyo belav kiriye û têde reva welatiyên wê deverê li gel hatina çekdarên DAIŞê nîşan dide.

Ji aliyê xwe ve, heya niha HSD piştrast nekiriye ku DAIŞê dest li ser Geranîc daniye yan na, lê tenê amaje bi wê yekê kiriye, ku şerekî giran di navbera wê û çekdarên DAIŞê de, li wê deverê qewimî.

Derbarê şer û pevçûnên di navbera Hêzên HSD û çekdarên DAIŞê de, Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan eşkere kir, ku di nav 24 demjimêrên derbasbûyî de, 39 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 47 şervanên HSD canê xwe jidest dane.

N.O