HSD red dike ku ji Geranîc vekişiya be
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) red kir, ku şervanên wan ji bajarokê Geranîc ê Dêra Zorê vekişiya bin.
Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku nûçeya vekişyana şervanên wan ji bajarokê Geranîc ê ser bi Parêzgeha Dêra Zorê ve, dûrî rastiyê ye.
Balî diyar kir, ku tenê êrîşek ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li wî bajarokê hat encamdan û şervanên HSDê jî ew êrîş şikandin.
Berî niha medya Rûsî nûçeyek belav kir, ku ji ber êrîşeke çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê, Hêzên Sûrya Demokrat ji bajarokê Geranîc vekişiyan. Herwiha du girte vîdyo belav kir û têde reva xelkê wî bajarokî ji ber DAIŞê piştrast kir û di parçe vîdyoyekê din de derbasbûna çekdarên DAIŞê ji bo nav wî bajarokî jî diyar dibe.
Li gorî medya Rûsî û li gorî kesê diaxive, ev parçe vîdyo duh hatiye kişandin û têde diyar dibe çawa welatî ji bajarokê Geranîc ji ber DAIŞê direvin
N.O