HSD hin navçeyên jidest dabû dubare kontrol kir

Peyvdarê bi navê Hevpeymaniya Navdewletî Shon Ryan ragihand, ku Hêzên Sûrya Demokrat hejmarek ji navçeyên berî çend rojan jidest dabûn, dubare kontrol kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê bi navê Hevpeymaniya Navdewletî Shon Ryan ragihand, ku Hêzên Sûrya Demokrat hejmarek ji navçeyên berî çend rojan jidest dabûn, dubare kontrol kirin.

Shon Ryan ji Reutersê re diyar kir, ku li kêleka operasyonên HSDê li dijî DAIŞê, hêzên Iraqî sînorên xwe li gel Sûrya diparêzin daku rê nedin çekdarên DAIŞê, ku ji Sûryê derbasî Iraqê bibin.

Li aliyekî din, duh medya Rûsî ragihand, ku 24ê vê mehê çekdarên DAIŞê bajarokê Geranîc yê ser bi Dêra Zorê ve kontrol kirine û hêzên HSDê û gellek welatî ji wî bajarokî derketin.

Ji aliyê xwe ve, berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku nûçeya vekişyana şervanên wan ji bajarokê Geranîc ê ser bi Parêzgeha Dêra Zorê ve, dûrî rastiyê ye.

Lê malpera RT ya Rûsî bi belavkirina du girte vîdyoyan, piştrast kir ku çekdarên DAIŞê derbasî bajarokê navhatî bûne.

N.O