Kongirêsmanekî Amerîkî ji bo yekem car serdana Rojavayê Kurdistanê kir
K24 - Navenda Nûçeyan.
Ji bo yekem car, Kongirêsmanekî Amerîkî seredana Rojavayê Kurdistanê û li gel rêveberiya xweser û Encûmena Minbicê ya Serbazî civiya.
Medya nêzîkî Encûmena Sûrya Demokrat belav kiriye, ku Kongirêsmanê Amerîkî Tomas Alexander Garrett li gel şandeke Amerîkî seredana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel Encûmena Sûrya Demokrat û berpirsên rêveberiya xweser civiya.
Herwiha wî Kongirêsmanî seredana bajarê Minbic û Reqa û Dêra Zorê û Tebqa kir û li gel Encûmena Minbic a Serbazî û rêveberiyên navxwe yên bajaran civiya.
Li gorî hatiye belavkirin, serdana Garrett 5 rojan berdewam kir û ev yekem seredana Kongirêsmanekî Amerîkî ye ji bo Rojavayê Kurdistanê.
N.O