Partiyên moleta wan nîn in baregehên wan tên girtin

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê radigihîne, baregehên partiyên ku moletên wan nîn in tên girtin. Herwiha ew partiyên ku molet ji Bexdayê girtine û li Hewlêrê moleta wan nîn in jî tên girtin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê radigihîne, baregehên partiyên ku moletên wan nîn in tên girtin. Herwiha ew partiyên ku molet ji Bexdayê girtine û li Hewlêrê moleta wan nîn in jî tên girtin.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê biryar da, partiyên ji Herêma Kurdistanê molet wernegirtine, baregehên wan tên girtin û Wezareta Navxwe û Dezgeha Giştî ya Asayişê wê biryarê bicih dike.

Rêvebirê Moleta Partiyan li Wezareta Navxwe Ebdula Hesen Mizûrî ji K24ê re ragihand, li gor yasaya hejmar 17 a sala 1993an ku ji Parlemantoya Kurdistanê derketiye, her partiyek moleta yasayî ji Wezareta Navxwe nernegire, nikare baregehên xwe li Herêma Kurdistanê veke û kar û çalakiyan bike.

Herwiha got: “Partiyên ku li Herêma Kurdistanê kar û çalakiyan dikin, divê pabendî yasayî Herêma Kurdistanê bin.”

Ew biryar li Silêmaniyê li ser Tevgera Azadî ku nêzîkî PKKê tê bicihkirin, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdula dibêje, biryara girtina baregeha wan, biryareke siyasî ye û di bin fişara Tirkiyê de tê.

Ji aliyê xwe ve, Nûnera HDPê li Herêma Kurdistanê Muzeyyen Gûneş ji li ser girtina baregeha Tevgera Azadî ji K24ê re got: “Ji mafê her kesî li Herêma Kurdistanê partiyekê ava bike, lê divî dijmintî nebe û hebûna xwe berdewam bikin, ji ber vê yekê jî em vê nêzîkahiyê rast nabînin û bihêvî ne di demeke kin de ev biryar bê serastkirin.”

Li gor amareke Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, moleta fermî ya 36 partiyan li Herêma Kurdistanê heye, 20 partiyên din daxwaza moletê kirine, daxwaza 5 partiyan ji wan pêşkêşî Encûmena Wezîran bûne û daxwazên partiyên din di jêr lêkolîna Wezareta Navxwe de ne.