Ihman Ehmed: Em ji biryara Amerîka ne agahdar bûn

Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ilham Ehmed ragihand, ew ji biryara vejişandina hêzên Amerîkî ne agahdar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ilham Ehmed ragihand, ew ji biryara vejişandina hêzên Amerîkî ne agahdar bûn.

Ilham Ehmed di hevpeyvîneyeke teleizyonî de da zanîn, ew ji biryara vejişandina hêzên Amerîkî ne agahdar bûn, lê wan gûman dikir ku Amerîka dê rojekê wê biryarê bide.

Got jî, hîn jî ew hûrgiliyên wê biryarê nizanin û dê kengî bê bicihkirin.

Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê got jî, Amerîka di bin fişara Tirkiyê de ew biryar standiye.

Ragihand jî, dema hêzên Amerîka ji Sûriyê derkeve, dê operasyona wan a li dijî DAIŞê jî rawest e û şervanên wan dê li ser sînorê bi Tirkiyê re bên bicihkirin û sînor biparêzin.  

 

S. B