Maas: Biryara Amerika ziyanê digihîne şerê dijî DAIŞ

Wezîrê derve yê Almanya radighîne, biryara Amerîka ya derbarê vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, dê ziyanê bigihîne şerê li dijî DAIŞê

K24 – Navenda Nûçeyan

Almanya radigehîne, biryara Amerîka ya derbarê vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, dê ziyanê bigihîne şerê li dijî DAIŞê.

Wezîrê Derve yê Almanya Heîko Maas di daxûyaniyekê de ragehand, gefên rêxistina DAIŞê kêm bûn e, lê hîn bidawî nebûye, û metirsî ji biryara Serokê Amerîka Donald Trump heye, û dibe ku ziyanê bigehîne şerê li dijî DAIŞê û tişta ku li ser erdê hatiye bidest xistin.

Maas diyarkir ku, Helwêsta Amerika ne tenê em şaş kirin, jiber ku herçend DAIŞ lawaz bûbe û karînên wê ne wekî berê ne, lê hîn jî metirsiyek liser ewleyiyê ye. Çalakiyên wan hîn neqediyane. Têkoşîna li dijî DAIŞ de dive neyê lawaz kirin, di warî serbazî û siyasî de jî, têkoşîn divê domdar be.

Wezîrê Derve yê Almanya tekezî li giringiya hebûna prosêseke siyasî li Sûriyê kir.

 

 

C.B