Li çend deverên Licê qedexe hat ragihandin

Li navçeya Licê ya Diyarbekirê li 2 taxan û ligel 5 gundan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Licê ya Diyarbekirê li 2 taxan û ligel 5 gundan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgeriya Diyarbekirê, li deverên çiyayî û daristanên navçeya Licê, ji îro demjimêr 6ê sibê de qedexe hatiye ragihandin.

Diyar kir, qedexe bi armanca operasyona leşkerî hatiye ragihandin ku li dijî gerillayên PKKê hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgeriyê, heta daxuyaniyeke din ya rakirina qedexeyê, nabe welatî biçine van deverên destnîşankirî.

 

S. B