AFP: Tirkiye ji bo têkbirina DAIŞ ne xwedî bername ye

Ajansa Fransî ya cîhanî Ajans France Press AFP, girêdayî soz û peymana Tirkiye bo Donald Trump a têkbirina DAIŞ girte rojeva xwe û ligel pisporan ev babet nirxand

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryara Serokê Amerikayê Donald Trump û encamên vê biryarê di rojeva cîhanê de xwedî cihek taybetmend e.

Ajansa Fransî ya cîhanî Ajans France Press AFP, girêdayî soz û peymana Tirkiye bo Donald Trump a têkbirina DAIŞ girte rojeva xwe û ligel pisporan ev babet nirxand.

Ligor pispor Nicholas Heras ji Navenda Ewleyiya Amerika ya Nû: “Tirkiye bawerî bi Trump anî, ku dikare DAIŞ têk bibe. Lê, diyar e dê bibe qurbanê van peyamên xwe”. Herçend Tirkiye xwe xwedî hêzek mezin dibîn e, lê ew derfeta Tirkiye ya kontrolkirina xaka rojhilatê Firatê û têkbirina DAIŞ nîn e.

Pisporê Sûriye de Enstituya Rojhilata Nêzîk a Washingtonê Fabrice Balanche diyar dike ku: “Di navbeyna deverên di bin kontrola DAIŞ û Tirkiye de 400 km heye. Tirkiye nikare xwe bigihîne vê deverê. Tirkiye nekarî Heyet Tehrîr el Şam li Idlibê têk bide, dê çawa bikaribe DAIŞ têk bibe. Ez bawer nakim!”

Ligor Balanche, Tirkiye dikare zerarê bide DAIŞ, lê nikare ji hole rake.

Herweha pispora ji Chatham House Lina Khatib tîne ziman: “Erdogan soz û peyam da Trump, bêyî ku di destê wî de bername û planek hebe. Ligor baweriya min, Tirkiye dixwaze fersenda vekşîna Amerika bikar bîn e û armanca wan YPG ye”.

 

 

 

C.B