Rêbawar Talebanî: 6 salan jî bêm girtin helwesta xwe naguhêrim

Piştî ku duhî Dadgeha Kerkûkê fermana girtin û zîndankirina 6 mehan ji Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî derkir, Rêbawa Talebanî ew biryar bi siyasî binav kir û got: “Heger 6 salan jî bêm girtin, helwesta xwe naguhêrim”

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku duhî Dadgeha Kerkûkê fermana girtin û zîndankirina 6 mehan ji Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî derkir, Rêbawa Talebanî ew biryar bi siyasî binav kir û got: “Heger 6 salan jî bêm girtin, helwesta xwe naguhêrim”

Rêbwar Talebanî îro di konferanseke rojnamevanî de got: “Ji 16ê Cotmehê ve Kerkûk di rewşeke nedestûrî û neyasayî re derbas dibe. Di konferanseke rojnamevanî de min bi yadeşt daxwaz ji her sê serokatiyên Iraqê kir ku di zûtirîn dem de wê rewşê çareser bikin. Madeya (9) ya destûra Iraqê rê nade ti hikûmetekê artêşê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikar bîne.”

Got jî: “Helwesteke din ya min li ser hildana ala Kurdistanê bû, ku wek ala Iraqê aleke destûrî ye. Encûmena Parêzgeha Kerkûkê deng li ser da ku dibe ala Kurdistanê wek ala Iraqê bi hev re li ser dezgehan bên hildan. Ji sedî 86 xelkê Kerkûkê deng dan referandûma serxwebûna Kurdistanê û ji hemû pêkhateyan.”

Rêbwar Talebanî diyar kir: “Li ser wan helwestên min, hin kes ji hikûmeta Iraqê bi ecindeyên derveyî kar dikin. Beşek ji aliyên siyasî yên Kerkûkê naxwazin ez wek Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bimînim, ji ber ku rewatiyê li ser rewşa Kerkûkê nadim. Heger rewatiyê bidim 16ê Cotmehê, anku rewatiyê didim enfal, kîmyabarana Helebce û kuştina 8 hezar Barzaniyan.”

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê amaje bi wê yekê kir, “Ta niha 30 rêvebirên Kurd ji Kerkûkê hatine derkirin. Sedam Husên pêştir wî heman kar kir. Parêzgarê niha yê Kerkûkê hatiye wan kiryarên Beis dubare dike, divê ew parêzgar were dadgehkirin.”

Rêbwar Talebanî got jî: “Grûpên qaçaxcî yên mezin petrola Kerkûkê didin, niha xelk heye bi pileya efser in û petrola Kerkûkê didiz, ji bo çi Dozgerê Giştî bêdeng e? Ku her dem biryara girtina min derdikin. Heger 6 salan min bigirin jî helwesta xwe naguhêrim.”  

 

 

S. B