Daxwaza 15 sal ceza ji Feleknas Uca re tê xwestin

Dadgeha Diyarbekrê, ji Parlamentera HDPê Feleknaz Uca re, 15 sal cezayê zîndanê dixwaze

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Diyarbekrê, ji Parlamentera HDPê Feleknaz Uca re, 15 sal cezayê zîndanê dixwaze.

Dadgeha Diyarbekrê, ji Parlamentera HDPê Feleknaz Uca re,  bi armanca di demên cûrbecûr de, tevli çalakiyên neyasayî bûye, endama rêxistinek terorê ye, 15 sal cezayê girtîgehê dixwaze.

Ligor Nûçeya rojnameya Sabah, Feleknaz Uca, di dadgeha îro ya Diyarbekrê de, amade nebû û ji şûna wê, parêzerên wê ew parastin.

Parêzeran got: Ew parlamenter e, parêzbendî li ser wê heye, rakirina  parêzbendiya wê jî, siyasî ye.

Dadgeh heta demek din hate paşxistin, lê dadgehê biryar da ku Feleknaz Uca, ji alî Polîs ve bi zorê bînîn dadgehê.

 

 

 

C.B